2. Festîvala Çand, Huner û Turîzmê ya Ehmedê Xanî

Ji 6 dewletan 75 lêkolîner û akademîsyenan behsa fîlozof û alimê mezin Ehmedê Xanî kirin

2. Festîvala Çand, Huner û Turîzmê ya Ehmedê Xanî

Festîvala Çand, Huner û Turîzmê ya Ehmedê Xanî, li Bazîdê hat organîzekirin. Di festîvalê de li ser Ehmedê Xanî sempozyûmek hat kirin. Ji 6 dewletan 75 lêkolîner û akademîsyenan qala fîlozof û alimê kurd ehmedê xanî kır.

2. Festîvala Çand, Huner û Turîzmê ya Ehmedê Xanî, Bi hevkariya Walîtiya Agiriyê û Zanîngeha Îbrahîm Çeçenê hat kirin.

Programên taybet, roja Şemiyê, li ser tirbeya Ehmedê Xanî bi xwendina Qurana Pîroz û mewlûda Kurdî dest pê kir.

Alim û filozofê mezin ê Kurd careke din bi diayan hat bibîranîn.

Mihrîcana rengîn bi sempozyuman dewam kir.

Ji bilî Tirkiyê; ji Iraq, Fas, Cezayir,Qeter, Qirxizistan û Erebistana Sudî 75 akademisyen, nivîskar,lêkolîner û alim beşdarî mihrîcan û sempozyumê bûn.

Pispor, zana û siyasetmedaran li ser berhemên Ehmedê Xanî; bi zimanê; Tirkî, Kurdî, Erebî û Farsî şirove kirin.

Di mihrîcanê de konsera Dengbêjan jî hebû. Konsera Dengbêjan li ser ekrana TRT Kurdiyê zindî hat weşandin.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE