2. Festîvala Hingiv a Agiriyê

Li bajarê Ehmedê Xanî Agiriyê, duyemîn festîvala hingiv hat kirin.

2. Festîvala Hingiv a Agiriyê

Di festîvala rengîn de hingivê ku li vî bajarê serhedê tê çêkirin hat nasandin. Wezîrê Çandinî û Daristanê Bekir Pakdemîrlî hingivê organîk tahm kir û got: ‘’lazim e deşt û zozanên Agiriyê ji kewaran xalî nebin.”

Ji bêr bûyerên terorî li Agiriyê mêşvanî bi pêş nediket. Li herêmê bandora terorê qediya û mêşvanan kewarên xwe dîsa birin zozanan.

Bi teşwiq û piştgiriya Wezareta Çandinî û Daristanê li Agiriyê xwedîkirina mêşan zêde bû. Li derdora çiyayên Gilîdax û Sîpanê salê nêzî 200 ton hingivê organîk tê hilberîn.

Walitiya Agiriyê ji bo nasandina hingiv Mihrîcana Duyem li dar xist. Festîvala şîrîn bi beşdariya Wezîrê Çandinî û Daristanê Bekir Pakdemirli hat vekirin.

Kiloya hingiv ji 60 lireyî dest pê dike û heta 200 lire jî tere. Hingivê Agiriyê ji xeynî Tirkiyê bi siparîşên taybet heta Ewropayê diçe, lê hingivfiroş dixwazin ku bi awayekî fermî dest bi îxracê bikin. Di mihrîcanê de hingiv him tê firotin him jî tê îkramkirin.

Karê mêşvanan pir zehmet e, lewra hingivfiroş ji bo debara mala xwe moza mîna zarokên xwe xwedî dikin.

Wezîrê Çandinî û Daristanê Bekir Pakdemirli, Parlamenterê AK Partiyê Ekrem Çelebi û Walî Suleyman Elban hingivfiroş ziyaret kirin û li tehma hingiv nihêrîn.

Wezîr Pakdemirli diyar kir ku Tirkiye hingiv îxracî 40 dewletan dike û di hilberîna hingiv de piştî Çînê, Tirkiye di dinyayê da duyemin e. Divê deşt û zozanên Agiriyê jî ji kewarên mêşan xalî nebin.

Dîroka nûkirinê: 10 îlon 2018, 11:52
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE