Li Elezîzê, bi hevkariya şaredarî, walîtî û saziyên sivîl duyemîn festîvala kufteyên bisalçe hat kirin. Welatî li qada bajêr beşdarî festîvalê bûn û li tehma kufteyan nêrîn.
Tê gotin ku ev kufteyên goşt ên bisalçe, bi tenê li Elezîzê tên çêkirin.
Li Elezîzê, bi hevkariya Şaredarî, Walîtî û saziyên sivîl, 2yemîn mihrîcana kufteyên bitirş hat kirin.
Şaredar, rayedarên bajêr û gelek welatî li qada bajêr beşdarî festîvalê bûn.
Kuftepêjan huner û hostetiya xwe nîşan dan û gel jî li tehma kufteyên wan nêrî.
Her wiha, esnafan xurek û berhemên Elezîzê jî di standan de nîşan dan.
Festîval, dê heta çend rojan dewam bike.