2. Mihrîcana Kurtefîlman a Navneteweyî ya Bingölê

Di festîvalê de ji 412 kurtefîlman 5 heban xelat girt

2. Mihrîcana Kurtefîlman a Navneteweyî ya Bingölê

Li Çewligê 2’emîn Mihrîcana Kurtefîlman a Navneteweyî hat kirin. Di mihrîcanê de 412 fîlmên kurt ketin pêşbaziyê û 36 heb man fînalê. Ji wan jî 5 heban xelat wergirt.

Duyemîn Festîvala kurtefîlman a Çewligê bi beşdariya 412 kurtefîlman hat kirin.

Piştî neqandina ewil 36 kurtefilm ji bo pêşbaziyê man.

Di kategoriyên cûda yên pêşbaziya kurtefîlman de 5 kurtefîlman xelat wergirt.

Rayedar û gelek derhêner, lîstikvan, nivîskarên senaryoyê, rexnegir û sînemahez bûn mêvanên festîvalê.

Hûnermend û lîstikvanên ku ji bo festîvalê hatibûn Çewligê hestên xwe anîn ziman.

Di festîvalê de Ercan Selim Öngöz bi fîlma xwe ya bi navê “Mahkum” bû yekemîn û xelata TRT’ê ya taybet stend. Furkan Erbilek jî bi fîlma “Naftalin”ê xelata fîlma herî baş wergirt.

Dîroka nûkirinê: 14 Cotmeh 2018, 13:08
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE