2. mihrîcana kurtefîlman a navneteweyî ya Bingölê

Piştî nirxandinê dê 5 fîlmên serkeftî werin xelatkirin

2. mihrîcana kurtefîlman a navneteweyî ya Bingölê

Fîlma ku bimîne fînalê dê ji aliyê TRT’ê ve jî bê xelatkirin...

Li Çewligê 2’emîn mihrîcana kurtefîlman a navneteweyî dest pê kir. Di mihrîcanê de 412 fîlmên kurt ketin pêşbaziyê û 36 heb man fînalê. Mihrîcan dê 4 rojan dewam bike.

Belgefilmên kurt, anîmasyon û yên ceribandinê…

Li Çewligê duyemîn Festîvala Kurtefilman a Navneteweyî li salona Kongreyê ya Recep Tayyip Erdoğan dest pê kir.

Ji gelek welat û bajaran derhêner bi filmên xwe beşdarî festîvala li Bingolê bûn.

Waliyê Çewligê Ali Manti, Şarader Yücel Barakazi, Rektorê Zanîngehê Prof. Dr. İbrahim Çapak, Serokbajarê AK Partiyê Mehmet Hanefi Güler, Koordinatorê Kanala TRT 1’ê Kurtuluş Zeydan û gelek derhêner, lîstikvan, nivîskarên senaryoyê, rexnegir û sînemahez bûn mêvanên festîvalê.

Jûriyê bi baldarî li filman temaşe dike. Di encama nirxandinê de wê 5 filmên herî serkeftî bên xelatkirin û îlankirin.

Her wiha Fîlma ku bimîne fînalê wê ji aliyê TRT ve jî bê xelatkirin.

Dîroka nûkirinê: 09 Cotmeh 2018, 17:01
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE