2. Mihrîcana Pelûrê

Him berhemên destkariyê nîşan dan him jî têra dilê xwe govend gerandin

2. Mihrîcana Pelûrê

Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê duyemîn festîvala pelokê organîze kir. Waliyê Mêrdînê û gelek welatî beşdarî mîhrîcanê bûn. Welatiyan him berhemên destkariyê nîşan dan him jî têra dilê xwe govend gerand.

Hûnerên destkariyê… Çêkirina Herîreyê…Stran û govend….

Ev dîmenên xweşik û rengîn ji Duyemîn Festîvala Pelûrê ya Mêrdînê ne.

Hin kes bi hûnerên xwe yên destkariyê tevlî şahiyê bûn, hin kes jî hatin ku govendê bigerînin

Waliyê Mêrdînê jî bi xanima xwe re hat, herîr li milet belav kir û yek bi yek bi wan re mijûl bû.

Xelkê Mêrdînê di mîhrîcanê de him herîr xwarin him jî têra dilê xwe stran guhdarî kirin û govend gerandin.

Dîroka nûkirinê: 22 Cotmeh 2018, 11:55
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE