Li Argana Meletiyê; 2emîn Mihrîcana Sporên Siruştî ya navnetewî ya newala lewendê hat organîzekirin. Mihrîcanê roja pênşemê dest pê kir û îro roja 4an qediya. Di mihrîcanê de benbazî, paraşutbazî, meşa siruştê û bi dehan sporên cûr bi cûr hatin kirin.
Bi piştgirîya Şaredarîya Arganê û Zanîngeha Înonuyê li Newala Lewendê 2. Mihrîcana sporên Siruştî ya Nawnetewî tê lidarxistin.
Di bernameya vê mîhrîcanê de çetirbazî, benbazî, meşa siruştê, bisiklet, numayîşa wesayîtên çarkêş û bi dehan sporên din hebûn.
Numayîşa benbazên profesyonel a li ser Newala Lewendê û wesayîtên çarkêş (Off Road) hêjayê dîtinê bû..
Zarok û ciwanan bi voleybolê lîstin û di parkûran de pêşbazî kirin, mezinan jî li ber konan çay dem kirin û sohbet kirin.
Welatî û werzîşkarên ku beşdarî mîhrîcanê bûbûn ji kamp û çalakîyan kêfxweş man.
Geştîyar êvaran jî li dora agirê kampê kom dibûn û li muzîkê guhdar dikirin.
Di 4 rojên bernameyê de sporvan û geştyaran xwe deşarj kir.