2. Rojên Danasîna Hingivê Iğdirê

Hilberîner dixwazin hingivê wan li dinyayê deng vede...

2. Rojên Danasîna Hingivê Iğdirê

Di 2yemîn roja danasîna hingivê Îdirê de bi dehan stand vebûn. Hilberîner bi hingivê xwe bawer in û îdıa dikin; “hingivê herî xweş û bitahm yê Îdirê ye.”

Walitiya Îdirê ji bo hingivê Îdirê li dinyayê bê nasîn, ev cara 2yem e rojên danasînê li dar dixe.

Di vê çarçoveyê de hingivê xwezayî û bitahm ê Îdirê bi festîvalekê hat nasandin.

Waliyê Iğdırê Enver Ünlü” Çiyayê Agiriyê, zozanên me yên bi bereket ji bo me avantajek e. Bi saya xwezaya herêmê tahma hingivên Îdirê gelek xweş e. Divê em vê tahmê bi dinyayê bidin nasîn. Bi saya vê cotkarên me zêdetir kar bikin û qezenca wan zêde bibe. “

Mêşvan ji bo hingivê xwe bidin nasîn standên xwe vekirin û gotin keremkin.

Bi saya rojên danasînê, welatî hingivên ji hev xweştir tahm kirin.

Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE