200 sal in helîseyê çêdikin

Di dawetan de adeta çêkirina “helîse”yê dewam dike

200 sal in helîseyê çêdikin

Li westana Wanê 2 sed sal in di dawet, eyd û di taziyeyan de xwarina helîseyê tê çêkirin û li mêvana tê belavkirin. Xelkê wesatên dibêje: “çêkirina vê xwarinê ji bav û bapîrên me maye, em jî vê kevneşopiyê didomînin.”

Li Westana Wanê kevneşopî û edeteke 2 sed salî hêj dewam dike.

Ji bo mêvanên ku tên dawetan û şînan, xwarina helîseyê tê çêkirin.

Xwarina ku çêkirina wê beriya rojekê dest pê dike, ji bo xweş bikele bi qasî 20 saetan li ser êgir dimîne.

Hostayê helîseyê Yaşar Gülmezê ku 32 sal in vê karî dike dibêje: “Helîse li herêma me xwarineke taybet e. Ji bo wê jî heta ji destê me tê em vê edeta xwe dewam dikin.

Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE