Bı organîzasyona Walîtiya Colemêrgê li navenda kaşûnê ya merga botanê, cara sêyemîn festîvala berfê hat çêkirin. Bi hezaran kes beşdarî festîvalê bûn.
Walîtiya Colemêrgê bi hevkariya Şaredarî, Îdareya Taybet a Bajêr, Zanîngeha Hakkariyê, Midûriyeta Turîzmê ya Bajêr û Midûriyeta Xizmetên Ciwaniyê û Sporê cara sêyemîn festîvala berfê li dar xist.
Di merasîma vekirina festîvalê de sporvanên kaşûnê bi meşale û alayên Tirkiyê nimayîş çêkirin.
Her wiha sporvanan trekking,kaşûn, snowboard, raftîng û gulaşa li ser berfê çêkirin.
Komeleya Sporên Xwezayê ya CİSAD’ê bi berfê xaniyek çêkirin. Sporvanan bi şev di vî xaniyî de man.
Gelek rayêdarên bajêr jî beşdarî festîvalê bûn û bi welatiyan re govend gerand.