3. mihrîcana kurtefîlman a nawneteweyî

Mihrîcan qediya û fîlma Kurdî ya bi navê ‘Barê Giran’ bû yekemîn

3. mihrîcana kurtefîlman a nawneteweyî

Li Siirtê 3emîn mîhrîcana kurtefîlman a navneteweyî xilas bû. Ji 312 fîlmên ku beşdarî mîhrîcanê bûn, 24ê wan man fînalê. Fîlma kurmancî ya bi navê “barê giran” bû yekemîn.

Sînema di nav xwe de çand, hûner û wêjêyê dihewîne.

Em dikarin bêjin bi dîmênên rengîn û mijarên cûda; çand, dîrok û jiyanê tîne ser ekranê.

Ji bo ku kesên eleqeder hûnerên xwe nîşan bidin jî festîval tên lidarxistin.

Mihrîcana Kurtefîlman a Nawneteweyî ya Siirtê jî yek ji wan e û îsal cara 3emîn hat lidarxistin.

312 fîlm beşdarî festîvalê bûn û fîlma Kurmancî ya “Barê Giran” a ku Yilmaz Özdil derhêneriya wê kir, bû yekemîn.

Alîkarê Wezîrê Çand û Turîzmê Ahmet Mizbah DEMİRCAN, Şêwîrmendê Serok Yasin AKTAY, Waliyê Siirtê Osman Hacibektaş û gelek rayederên payebilind jî beşdarî mîhrîcanê bûn.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE