3. Mihrîcana Pelûlê

Gelek welatiyên Midyatî beşdarî mihrîcanê bûn...

3. Mihrîcana Pelûlê

Li Midyada Mêrdînê ji bo danasîna tiriyê mezrone ji aliyê Şaredariya Bajarê Mezin ve 3. Mıhrîcana Pelûlê an jî pelokê hat lidarxistin. Walî û Cîgirşaredarê Bajarê Mezın ê Mêrdînê Mustafa Yaman û gelek welatî beşdarî mihrîcanê bûn. Di mihrîcanê de li welatiyan helîl jî hat belavkirin.

Gava Midyad tê gotin, ewilî herêma Torê tê bîra mirovan.

Gava li ser Torê jî tê xeberdan her tim qala tiriyê Mezrone tê kirin.

Li Midyata Mêrdînê ji bo danasîna tiriyê Mezrone û berhemên wê ji aliyê Şaredariya Bajarê Mezin ve Mihrîcana Pelûlê ango hewdela bastîqê tê lidarxistin.

Îsal jî 3. Mihrîcana Pelûl an jî pelokê çêbû.

Di mihrîcanê de ewil ji tiriyê Mezrone şîre hat derxistin, dûvre jî pê pelûl ango hewdela bastîqê hat çêkirin.

Gelek welatî bi kêfxweşiyeke mezin beşdarî mihrîcanê bûn.

Walî û Cîgirşaredarê Bajarê Mezin ê Mêrdînê Mustafa Yaman jî hat mihrîcanê.

Di mihrîcanê de welatiyan bi stranên Kurmancî têra xwe govend jî gerandin.

Dîroka nûkirinê: 30 Cotmeh 2019, 17:14
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE