36. salvegera wefata Necip Fazıl Kısakürek

Helbestvanê ku wek "Ustad" tê zanîn gelek berhem nivîsîn

36. salvegera wefata Necip Fazıl Kısakürek

Helbestvan, Nivîskar Necip Fazil Kisakürek, beriya 36 salan çû ber rihma xwedê. Kisakurekê ku wek ‘’ustad’’ tê zanîn, li du xwe gelek berhem hiştin.

Necip Fazil Kısakürek.. Ew Sultanu'ş Şuara ango Siltanê helbestvana ye… Helbestên wî hêj jî li ser zimanan e… Necip Fazil tenê ne helbestvan e…

Di heman demê de nivîskar û mutefekkîrekî mezin e jî…

Di sala 1904’an de li Stenbolê hat dinyayê. Helbestên wî yên ewil, di kovara Yeni Mecmûayê de hatin weşandin.

Di sala 1925an de kitêba helbestan “Örümcek Ağı” bi kurdî tevnik, di sala 1928an de jî helbesta wî ya bi nav û deng “Kaldırım” yanî peyarê hat weşandin. Di sala 1934’an de Abdülhakim Arvasi nas kir. Ev yek di jiyana wî de bû destpêkek.

Piştî vê tarîxê di helbestên xwe de li ser tesawufê sekinî. Berhema wî ya Şanoyê "Bir Adam Yaratmak" afirandina zilamekî, di sala 1937an de ji aliyê Muhsin Ertuğrul li ser dikê hat pêşandin û elaqeyeke mezin dît.

Di sala 1949an de Cemiyeta Mezin a Rojhilat (BÜYÜK DOĞU CEMİYETİ) ava kir.

Necip Fazil ji aliyê Weqfa Edebiyata Tirk ve, di sala 1980an de wek Sultanu'ş Şuara ango Siltanê helbestvanan, di sala 1982an de jî wek merivê sala huner û fikir hat hilbijartin.

Pirtûka Kısakürek a bi navê “Reis Bey” bû fîlm. Di filmê de lîstîkvanê sereke Haluk Kurt cih girt.

Necip Fazil Kısakürek 25ê Gulana 1983an de li gundê xwe Erenê li mala xwe çû ber rihma xwedê.

Bi hezaran însan beşdarî merasima cinazeyê wî bûn. Piştî nimêja cinazeyê ya Mizgefta Fatihê, li gorîstana Eyüp Siltanê hat binaxkirin.

Helbestvanê ku wek ustad tê zanîn di jiyana xwe de gelek berhem nivîsîn.

Çile, Künye, Sabır Taşı, Namık Kemal, Çerçeve, Ahşap Konak û Reis Bey ji vanan hinek in.

Dîroka nûkirinê: 27 Gulan 2019, 17:43
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE