37. Fuara Pirtûkan dest pê kir

Nêzî 800 weşanxaneyên xwemalî û biyanî beşdar dibin. 300 panel, sohbet, çalakiyên imzêyê û pêşane dê bên sazkirin.

37. Fuara Pirtûkan dest pê kir

Fuara pirtukan a Stenbolê cara 37an dest pê kir. Îsal ji nav welêt û derveyî welêt nêzî 800 weşanxane û saziyên sivîl beşdar dibin. Fuar 9 rojan wê devam bike. Piraniya weşanxaneyên kurdî li fuarê ne…

Bi deh hezaran pirtûk, kovar..Bi sedan weşanxane..

Fuara pirtûkan a Stenbolê dest pê kir…

Îsal nêzî 800 weşanxaneyên xwemalî û biyanî beşdarî fuarê bûn. Bi hezaran xwîner jî ji serê sibehê ve hatin fuarê.

Wênekêşê hêja Ara Guler jibîr neçû. Bo hosteyê nemir pêşaneyek hat vekirin.

Piraniya weşanxaneyên kurdî jî standên xwe danîn.Bi hezaran pirtûk û kovarên kurdî li hêviya xwînerên xwe ne.

Fuara pirtûkan a Stenbolê heya 18ê mehê dê dewambike.

Dîroka nûkirinê: 11 Mijdar 2018, 11:58
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE