Li Colemêrgê, bi hevkariya walîtî û şaredariyê, 4emîn Mihrîcana Berfê hat lidarxistin. Cihê festîvalê 2 hezar û 800 metre ji behrê bilindtir bû. Lê dîsa jî gelek kes çûn mihrîcanê û bi hev re kêf kirin.
Hin kes xwe li ser berfê kaş dikin, hin kes li ber def û zirnê bi hev re govend digerînin.
Ev dîmen ji 4emîn Mihrîcana Berfê ya Colemêrgê ne.
Li bajêr bi hevkariya Walîtî û Şaredariyê ev 4 sal in ku mihrîcaneke wisa tê lidarxistin.
Him ji Colemêrgê him ji navçeyên wê him jî ji bajarên din gelek kes çûn festîvalê .
Cihê mihrîcanê 2 hezar û 800 metre li gorî behrê bilind bû û li wir hewa jî zêde nexweş bû.
Lê belê ev yek li ber beşdarên festîvalê nebû asteng.
Hat eşkerekirin ku wê mihrîcan bi konserên stranbêjan bi dawî bibe.