Berekat Ozmenê Diyarbekirî ev 40 sal e ku stran û kilamên kurdî berhev dike. Di kolêksiyona mûzîka wî de bi sedan berhemên hunermendan hene.
Berekat Ozmenê 77 salî endazyarê teqawid e û evînê klamên kurdî ye.
Bavê 7 zarokan teqrîben 40 sal e berhemên muzîka Kurdî arşiv dike.
Berekat Özmen behsa xebat û serboriyên xwe kir. Hin caran bi salan ketiye pey qasetekê, hin caran jî ji bo wan deng û dengbêjan çûye Iraq û Sûriyê.
Ozmen di arşîva xwe de bi sedan hunermend, bi hezaran sitran berhev kirine.
Berekat Ozmen plaq û bandan neqlê dijîtalê dike û wan awazên ku heta niha tu kesî nebihîstiye li ser medyaya civakî parve dike.
Ozmen dibêje hêj jî dema ez dengekî weş ê ku di arşîva min de tunebe dibihîzim, ez hewl didim wî jî daxilê arşîva xwe bikim.