40 sal in li ber dêrê ye

Dêra Mor Hadbşabo bi saya wê li ser piyan disekine

40 sal in li ber dêrê ye

Kilîdên Dêra Hadbşaboyê 40 sal in li ba wê ne... Gülten Akbulut 72 salî ye. Mala wê li gundê Eynwerda Midyatê ye. Pîrejin bi salan e wekî çavê xwe li dêrê dinêre. Ew, ji xeynî îbadet roja yekşemê, dema mêvan tên mazûvaniyê dike û wan li dêrê digerîne, derheqê dîroka wê de agahiyan dide mêvanan.

Mifteyên Dêra Mor Habdşaboya dîrokî 40 sal in li cem wê ne...

Mala Gulten Akbulutê li Eynwerda Midyatê ye. Jinka 72 salî, ji 1980yî bi vir ve li dêra tarîxî miqayet dibe.

Xaltîka Gulten ji xeynî îbadeta yekşemê, di rojên din de jî dema mêvan tên bi destê xwe deriyên kilîseyê vedike û wan digerîne.

Pîrejin dibêje; “Beriya 40-50 salan ev der gelekî şên bû. Lê piştî demekê her kesî koç kir, berê xwe da Ewropa û Emerîkayê.”

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE