Midûriya Perwerdeya Neteweyî ya Qilebanê bi hevkariya qeymeqamî û Walîtiya Şirnexê li dibistana gundê taşdelenê atolyeyeke resman vekir. Bi vî awayî li Qilebanê hejmara atolyeyên qabiliyetê derket 44’an.
Midûriya Perwerdeya Neteweyî ya Qilebanê li navçeyê gelek atolyeyên qabiliyetê vekirin.
Herî dawî bi hevkariya Walîtiya Şirnexê û Qeymeqamiya Qilebanê li dibistana gundê Taşdelenê atolyeya resman hat vekirin.
Bi vê atolyeyê hejmara atolyeyên qabiliyetê yên li navçeyê bi giştî derket 44 an. Ji wan 22 heb atolyeyên resman e.
Xwendekar jî beşdarî vekirina atolyeyê bûn û sipasî midûriya perwerdeya neteweyî kirin.
Di van atolyeyan de xwendekarên jêhatî tên kişfkirin û piştî perwerdeyê bi pêş dikevin.