5 milyon kesan fîlma Muslum temaşe kir

Di 2018an da fîlma ku herî zêde hat temaşekirin ya Muslum e û ji 1989an vir va di nav fîlmên ku herî zêde hatin temaşekirin da di rêza 8em da ye

5 milyon kesan fîlma Muslum temaşe kir

Fîlma "Muslum" ku qala çîroka jiyana rastîn a Muslum Gurses dike, di mehekê da ji aliyê 5 milyon û 56 hezar kesan va hat temaşekirin.

Li gor agahiyên ku Box Office Tirkiyeyê hatin hildan, ji fîlma ku derhêneriya wê Can Ulkay û Hakan Kirvavaçê ku wek "Ketche" tê nasîn dike 67 milyon lire hat qezenckirin. Di 2018an da fîlma ku herî zêde hat temaşekirin ya Muslum e. Ji 1989an vir va di nav fîlmên ku herî zêde hatin temaşekirin da di rêza 8em da ye.

Hakan Gunday û Gurhan Ozçîftçî senaryoya fîlmê nivîsîn û derhêneriya dîmenên fîlmê jî Martin Szecsanov, honandina wê jî ji aliyê Mustafa Presheva va hat kirin.

Şahîn Kendîrcî rola zarokatiya Gurses dike û Tîmuçîn Esen, Zerrîn Tekîndor, Ayça Bîngol, Erkan Can, Taner Olmez, Erkan Avci, Turgut Tuncalp, Caner Kurtaran jî tê da dilîzin.

Fîlm di 26ê cotmehê da ketibû vîzyonê.

AA

Dîroka nûkirinê: 27 Mijdar 2018, 15:18
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE