6. Festîvala Cemeda Krîstal a Gola Çildirê

Gelek kes beşdarî festîvalê bûn

6. Festîvala Cemeda Krîstal a Gola Çildirê

Li Erdexanê, 6emîn Festîvala Cemeda Krîstal a Gola Çildirê hat lidarxistin. Ji bo festîvala rengîn ji derbajêr û dewletên qafqasyayê gelek tûrîst hatin navçeyê. Her wiha Serokê Etnospora Dinyayê Bilal Erdoğan jî ji bo piştgiriyê tevlî festîvalê bû.

Gola Çildirê ku her zivistan bi stûriya 60 santîmî cemed digire, ji bo sporên zivistanê qada herî baş û xwezayî ye.

Îsal ev cara 6emîn e Festîvala Buza krîstal a Gola Çildirê hat lidarxistin.

Li ser gola cemidgirtî pêşbaziyên taxûk, hesp, cîrît, paten û kaşûnê hatin kirin.

Bi saya ku hewa gelek xweş bû mêvanên festîvalê jî gelek bûn.

Serokê Etnospora Dinyayê Bilal Erdoğan jî beşdarî festîvalê bû.

Erdoğan ji TRT Kurdiyê re axivî û got; ji bo parastina çanda bav û kalan çalakiyên bi vî rengî gelek girîng in.

Serokê Etnospora Dinyayê Bîlal Erdogan got”Hemû tîmên sporê ku kevneşopiyên me yên berê didomînin li vê derê ne. Li vir herî zêde jî spora li ser hespan derdikeve pêş…. Festîval her sal baştir dibe. Ji dewletên cîran ên qafqasyayê jî gelek tûrîst hatin. Ji bo dîmenên xweşik ên zivistanê û ji bi spora bav û kalên me divê her kes were Çildirê. “

Di festîvalê de nimayîşên rengîn jî hebûn.

Dîroka nûkirinê: 12 Çile 2019, 17:07
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE