61. Salvegera wefata Bedîuzzeman

Saidê Nursî bi konferansekê li Diyarbekirê hat bibîranîn.

61. Salvegera wefata Bedîuzzeman

Alimê sedsalê Saîdê Nursî 61 sal berê çû ber rehma xwedê. Bi minasebata salvegera wefata Bedîuzzeman li Diyarbekirê konferansek hat lidarxistin.

Bediuzzeman Saîdê Kurdî an jî Nursî di sala 1878an de li gundê Xîzana Bilîsê ji dayîk bû.

Seîdî Kurdî hêj di biçûkahiya xwe de dest bi xwendinê kir û li medreseyên cuda ji alimên navdar ders wergirt.

Di ciwaniya xwe de beşdarî Şerê Cîhanê yê Yekem dibe û 2 salan di destê Uris de êsîr dimîne.

Seîdê Kurdî ji bo pêşveçûn û serbilindiya gelê Kurd girîngiyeke mezin daye perwerdeyê.

Nursî heta dawiya emrê xwe jî dev ji doza xwe bernedaye û bi dehan berhemên bi navê Rîsaleyên Nur nivîsandiyne.

Bedîuzzeman di 23ê meha adara 1960î de li Rihayê çû ber dilovaniya xwedê.

Di ser wefata wî re 61 sal derbas bûn, lê talebe û hezkirên Rîsaleyên Nur ên Diyarbekirê wekî yên li seranserê cîhanê alimê mezin ji bîr nekirin.

Şaredariya Bajarê Mezin a Diyarbekirê cara ewil bi minasebeta wefat Seîdê Kurdî bername li dar xisit.

Bernameyê bi xwendina Qurana pîroz dest pê kir.

Ji xeynî gel xwendekar û akademisyen jî beşdarî bernameya taybet bûn.

Di konferansê de seydayê mezin hat yadkirin û behsa serpêhatî û doza wî ya birumet hat kirin.

Bernameya Bedîuzzeman bi konsera qasideyan bi dawî bû.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE