79emîn Mîhrîcana Fîlman a Venedîkê

Di pêşbirka fîlmên kurt a di katagoriya "Asoyan" da fîlma derhênerê Tirk Turan Haste ya bi navê " Rutûbet" jî wê bê nîşandan.

79emîn Mîhrîcana Fîlman a Venedîkê

Fîlmên ku wê di Mîhrîcana Fîlman a Venedîkê ya 79emîn a li Nîvgirava Lîdoyê da bên nîşandan hatin eşkerekirin.

Di mihrîcana fîlman a herî kevn a dinyayê da fîlma Noah Baumbach "White Noise", fîlma Darren Aronofsky "The Whale", fîlma Gianni Amelio "Il Signore delle Formiche", fîlma Emanuele Crialese "L'Immensita", fîlma Alice Diop "Saint Omer", fîlma Andrew Dominik "Blonde", fîlma Todd Field "Tar", fîlma Koji Fukada "Love Life", fîlma Romain Gavras "Athena", fîlma Luca Guadagnino "Bones and All", fîlma Joanna Hogg "The Eternal Daughter", fîlma Alejandro Inarritu "Bardo Falsa Cronica De Unas Cuantas Verdades", fîlma Vahid Jalilvand "Shab, Dakheli, Divar", fîlma Martin McDonagh "The Banshees of Inisherin", fîlma Santiago Mitre "Argentina, 1985", fîlma Susanna Nicchiarellî "Chiara", fîlma Andrea Pallaoro "Monica", fîlma Jafar Panahî "Khers Nist", fîlma Laura Poitras "All The Beauty and The Bloodshed", fîlma Frederick Wiseman "Un Couple", fîlma Florian Zeller "The Son", fîlma Roschdy Zem "Les Miens" û fîlma Rebecca Zlotowskî "Les Enfants Des Autres" tevahî 23 fîlm wê ji bo xelata "Şêrê Zêr" bikevin pêşbaziyê.

Serokatiya juriyê wê lîstikvana Amerîkî Julianne Moore bike.

Di pêşbirka fîlmên kurt a di katagoriya "Asoyan" da fîlma derhênerê Tirk Turan Haste ya bi navê " Rutûbet" jî wê bê nîşandan.

Mihrîcan wê bi fîlma derhêherê Amerîkî Noah Baumbach a bi navê "White Noise" va dest pê bike.

Mihrîcan wê di 10 îlonê da bi merasima xelatê va dawî bibe.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE