8. Festîvala Filman a Malatyayê

Danasîna festîvalê li İstanbulê hat kirin.

8. Festîvala Filman a Malatyayê

8. Festîvala Filman a Malatyayê dest pê kir. Nasandina wê jî li Stenbolê bi beşdariya hunermend û sînemahezan hate kirin. Îsal ji derve û nav welêt nêzî 120 fîlm beşdar dibin. xelkê Meletiyê dê heya 15ê vê mehê têra dilê xwe li fîlman temaşe bike.

Warê mişmişan Meletî dibe bajarê festîvalan.

8. festîvala filman ya navdewletî dest pê kir. Nasandina wê jî li Stenbolê hate kirin. Ji derve û nav welêt 120 film serî li festîvalê dane. Îsal di festîvalê de tiştên nû jî hene.

Ji bo astengdar jî bikarin temaşe bikin dê filman bibin ber destê wan.

Direktorê Festîvalê Suat Koçer got,’’Ji bo kesên astengdar projeyeke me heye. em dibên madem hûn nikarin werin em ê festîvalê bînin ber destê we. Em ê filman bigihînin astengdaran, kesên li aramxaneyan û bibin kampên penaberên sûrî jî’’.

tên

Di festîvalê de Trt jî piştgrirekî mezin e. 6 filmên dirêjmetraj bi piştgriya TRTê derketin finalê.

Alîkarê Serokê Giştî yê TRT’ê Tuncay Yürekli got, ‘’Wek Trt em ê xelata pêşvebirina senaryoyê bidin. Em ê 10 hezar lire bidin 3 kurtefilman. Em ê nêzî 300 hezar lîreyî jî bidin filemeke dirêjmetraj. Ev hewlên me ji bo teşvîkê ne’’.

Di çarçoveya festîvalê de xelatên Şanaziyê jî dê bidin lîstikvan Şener Şen, Perran Kutman û derhêner Osman Sınav.

Nîşandana filman dê heya 15ê vê mehê li Meletiyê li 5 eywanên sînemayê û li 2 navendên çandê dewam bike.

Dîroka nûkirinê: 11 Cotmeh 2018, 11:22
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE