8. Festîvala Fîlman a Navneteweyî

Hunermendên navdar tevlî festîvala filman a navneteweyî bûn

8. Festîvala Fîlman a Navneteweyî

8emîn Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Meletiyê hat lidarxistin. Gelek hunermendên navdar beşdarî festîvalê bûn.

Meletiya ku bi mişmişên xwe navdar e, êdî bi festivalan jî li ser ekranê ye.

Bi piştgiriya Wezarata Çand û Tûrizmê û Şaredariya Bajarê Mezin a Meletiyê, îsal 8emîn Festîvala Filman a Navneteweyî saz kir.

Di festîvalê de bi sedan lîstikvan û sînamager hazir bûn.

Gelek lîstikvan û hunermendan bi welatiyan re gotubêj kirin û pirsên wan bersivandin.

Di festîvalê de xelata rûmetê dan Şener Şen, Perran Kutman û derhêner Osman Sınav.

Û gelek film jî hatin nîşandin.

Wê 15ê Mijdarê de merasîma xelatdayînê bê lidarxistin.

Dîroka nûkirinê: 12 Mijdar 2018, 15:17
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE