8.Mîhrîcana Fîlmê ya Navneteweyî ya Malatyayê

Ji nûnerên saziyên ku bo 8.Mîhrîcana fîlmê ya Navneteweyî ya Malatyayê bûn sponsor re plaket hat dayîn.

8.Mîhrîcana Fîlmê ya Navneteweyî ya Malatyayê

Waliyê Malatyayê Aydin Baruş di axaftina xwe ya merasîma ku li otêlekê hat lidarxistin de diyar kir ku saziyên qamû û civatên sîvîl alîkarî dan mîhrîcanê.

Serokê Şaredariya Bajarê Mezin ê Malatyayê Hacı Uğur Polat jî ragihand ku mîhrîcan bi xebatek pirr hêja hat lidarxistin û wiha pê de çû: Mîhrîcana fîlmê ya Malatyayê di nav mîhrîcanên welatên me yên herî girîng de cihê xwe girt. Ji niha pê de em mecbûr in ku vê serkeftinê zêdetir pêşde bibin. Îsal em hatin astek baş, sala din lazim e ku em derbasî astekî baştir bibin. Ji sponsorên ku keda wan di lidarxistina vê mîhrîcanaê de heye re sipas dikim.

Rêvebir û Senarîst Mesut Uçakan jî got li bajarekî Anadoluyê lidarxistina mîhrîcanekî wiha berfireh,ji aliyê me yên ku çêkerên sînemayê nin ve bi teqdîrê hat pêşwazîkirin.

Ji nûnerên saziyên ku bo 8.Mîhrîcana fîlmê ya Navneteweyî ya Malatyayê bûn sponsor re plaket hat dayîn.

Herwiha di merasîmê de Midûrê Nûçeyan ê Kanala TRT Kurdiyê Gülabi Eryaman jî plaket wergirt.

Dîroka nûkirinê: 15 Mijdar 2018, 17:38
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE