9. Pêşbaziya Transanatolyayê

Ji 7 welatan, 137 sporvan heta Girê Mirazan ketin pêşbaziyê

9. Pêşbaziya Transanatolyayê

2 hezar û 300 kîlometre…

Ji 7 dewletan, 137 sporvan bi 84 erebeyên xwe ketin rê…

Ev rêwîtiya wan li Xirabreşka Rihayê, bi xelatkirinê xilas bû.

Pêşbaziya Trans-anatolyayê ev sala 9emîn e tê lidarxistin. Armanca çêkeran jî danasîna cihên çandî û dîrokî ye.

Çêkerê Transanatoliayê Murat Öztürk got, ‘’Îsal, sala 9emîn e em vê pêşbaziyê li dar dixin. Li Tirkiyê jî mijara herî girîng a îsal Girê Mirazan e. Ji gelek welatan meriv hatin. Ev organîzasyon ji bo danasîna Tirkiyê zahf baş e.‘’

Pêşbazî li Rihayê bi dawî bû. Werzîşvanên serkeftî li ber mûzeya Arkeolojîk hatin xelatkirin.

Şaredarê Bajarê Mezin ê Rihayê Zeynel Abidin Beyazgül wiha axivî: ‘’Xirabreşk ji bo me gelekî girîng e. Ji bo ku pêşbaziyên weke Trans-anatolya û Rayt-ralliyê li vir tên bidawîkirin em pirr dilşad in. Bi saya van organîzasyonan gelek kesên biyanî tên welatê me. Ev jî ji bo danasîna çand û dîroka me mihûm e.’’

Sporhezan got em ê sala bê jî werin Rihayê.

Dîroka nûkirinê: 09 îlon 2019, 13:54
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE