Îsal wê 948emîn Serfiraziya Şerê Milazgîrê bê pîrozkirin. Ji bo vê jî li Mûşê amadehiyên cur bi cur tên kirin.
Hostayê sifirê Cevat Aktaş jî ev 3 meh in malzemeyên şer ên Siltan Alparslan çêdike.
Cevat Hoste, cil û berg, şûr, bivir, mertal û malzemeyên din ên şer bi destan çêdike. Li ser malzemeyan motîfên wê demê hene.
Hostayê Mûşî wê piştî pîrozbahiyên Serfiraziya Milazgîrê van malzemeyan bibexşîne mûzeyê.