Payîz hat û herêm pariyek hênik bû. Turîstan di van rojên hênik û xweş de berê xwe da bajarê çand û dîrokê Mêrdînê. Midyada ku bi dîrok û çanda xwe navdar e niha tijî turîst e. Midyadiyên ku bi turîzmê re mijûl dibin dibêjin ev yek bi saya hizûr û aramiyê ye.”
Kuçe û kolanên Midyada Mêrdînê tijî turîst in.Hin ji wan bi turên geşt û gerê hatine, hin ji wan jî bi serê xwe..
Bûk û zava ji bo wêneyan bikşînin hatine, kom jî derketine gera herêmê.
Bi hatina payîzê Mêrdîn piçek hînik bû û kuçe û kolanên Midyada Mêrdînê bi turîstan tijî bûn.
Çand û dîroka bajêr zaf bala turîstan dikşîne. Li gorî Midyadiyên ku bi turîzmê re mijûl dibin piştî aramî hat û teror qediya hejmara turîstan jî zêdetir bûye.
Li gorî texmînan îsal nêzî milyonek turîst hatiye bajêr.