Aşê avê yê tarîxî tê restorekirin

Ev aşê avê dê ji bo çand û turîzmê têkeve ximzeta welatiyan.

Aşê avê yê tarîxî tê restorekirin

Li Diyarbekirê li binê keleha Sûrê, beriya 200 salî bi dehan ên avê hebûn. Niha yek ji wan aşên ku xira bûne ji aliyê şaredariyê ve tê restorekirin. Piştî restorasyonê ev aşê tarîxî ji bo turîzma bajêr dê têkeve xizmeta welatiyan.

Li binya keleha Sûra qedîm beriya 200 salî li ser ava hemrewatê bi dehan aşên avê hebûn.

Yek ji wan aşan niha ji aliyê Şaredariya Bajarê Mezin a Diyarbekirê ve tê restorekirin.

Piştî restorasyonê dê dîsa bi usûla berê ceh, genim û garis tê de bê hêrandin.

Genimê ku li vî aşî bê hêrandin dê di tenûran de bibe nan û dê bi vî awayî çanda qedîm bê naskirin.

Tê çaverêkirin ku di meha Tebaxê de restorasyan biqede û aşê 200 salî têkeve xizmeta welatiyan.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE