Li Midyata Mardinê, bi pêşengiya ÇATOM, Navenda Perwerdeyê ya Gel û İŞ-KURê atolyeya têlkariyê vebû. Jinên bajêr eleqeye baş nîşanî vê atolyê didin.
Têlkarî, hunereke qedîm a Mezopotamyayê û 3 hezar sal tarîxa wê heye.
Ji bo ev hunera kevnar neyê jibîrkirin, li Midyatê atolyeya têlkariyê hat vekirin. Kurs bi pêşengiya ÇATOM’ê vebû.
Ev huner bi eslê xwe hunera Suryaniyan e. Mamosteyê atolyê bi xwe jî Suryanî ye.
Jinên Midyatî elqeyeke baş nîşanî vê atolyê didin.
Bi xêra vê kursê ew him hînî meslek dibin, hem jî mehê 600 lîre qezenc dikin.
Jin dixwazin li vê kursê hînî kar bibin û ji xwe re dikana xwe vekin.