Avahiya leşkerî ya 1700 salî

Ji serdema Romayê heta niha li ser xwe ye...

Avahiya leşkerî ya 1700 salî

Li Adıyamanê navenda leşkerî ya ku piştî zayînê di sala 300î de hatiye çêkirin îro hê jî li ser xwe ye. Avahiya ku bê xerc, bi keviran hatiye çêkirin ji avahiyên îro saxlemtir e.

Ev avahi Piştî Zayînê di sala 300î de ji aliyê Romayiyan ve hatiye çêkirin.

Bi qasî 1700 sal e li ser xwe ye û saxlem e.

Her çiqas jê hin kevir ketibin jî derz lê neketine û qahîmtir e.

Ev avahiya li Adıyamanê bi armanca parastinê û kontrolgeha leşkerî hatiye çêkirin.

Gelê herêmê wekî çavên xwe li vê berhema dîrokî dinêre.

Ligel vê avahiyê li derdorê gelek stargeh hene ku bi qulkirina kevir û zinaran hatine çêkirin.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE