Ayîna piştî 20 salan

Li Dêra Sûrp Kevork a Ermenan ayîn hat kirin.

Ayîna piştî 20 salan

Li Dêrika Mêrdînê piştî 20 salan li Dêra Sûrp Kevork a Ermenan ayîn hat kirin. Ji gelek bajaran gelek Ermen tevlî ayînê bûn û îbadeta xwe kirin.

Li Dêrika Mêrdînê bi navê Sûrp Kevork dêreke Ermeniyan a 372 salî heye.

Ev gelek sal in li dêrê ayîn nedihatin kirin.

Piştî 20 salan li dêra dîrokî ayîna ewil hat kirin.

Ji bo ayînê ji bajarên wekî Amed, Stenbol, Enqere û Îzmirê jî gelek Ermen hatin navçeyê.

Ermenan di ayîna xwe de îbadet û dia kir.

Dêra Ermenan ku di sala 1650yî de hatiye avakirin di nav gel de wek Dêra Sor tê zanîn.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE