Li Mêrdînê pêşaneya wêneyan “Bajarê Çîrokan: Mêrdîn” hat vekirin. Di pêşaneyê de resmên ku Waliyê Mêrdînê bi xwe girtine jî hene.
Li bajarê dîrokî, li avahiyeke otantîk pêşaneya “Bajarê Çîrokan: Mêrdîn” hat vekirin.
Di pêşaneyê de wêneyên çand, dîrok, avahî, xeml, kesên kedkar û taybetiyên Mêrdînê nîşan didin hene.
Teybetiya vê pêşaneyê ew e ku ji bilî resmên Mustafa Kılıç û Sümer Yüksel, fotografên ku Waliyê Mêrdînê bi xwe girtine jî tê de hene.
Walî Mustafa Yaman albûma resmên Mêrdînê ya ku wî kişandine îmze kir û diyariyê mêvanan kir.