Bajarê rengîn bala her kesî dikşîne

Bernameyeke xwarinê ya xwarinên Mardinê dan nasîn

Bajarê rengîn bala her kesî dikşîne

Mardina rengîn di salên dawî de bi xweşikahiyên xwe bala sektora rêzefîlm û bernameyên televîzyonê jî dikşîne. Li bajêr van nêzîkan jî bernameyeke xwarinê hat kişandin û danasîna xwarinên Mardinê  hat kirin.. Rayedarên bajêr ji elaqeyê gelek razî ne.

Bajarê rengîn Mardin bi dîroka xwe ya qedîm û dewlemendiya xwe ya ji aliyê çandê ve bala her kesî dikşîne.

Ev ahenga bajêr ji bo sektora weşangeriyê jî balkêş e.

Heta niha di van qonaxên kevn de bi dehan rêzefîlm hatin kişandin…

Herî dawî jî bernameyeke xwarinê ya navdar bo danasîna xwarinên taybet ên bajêr hat Midyadê.

Pêşkêşvana Bernameyê SEVCAN ORHAN: “Ez aşiqê Midyadê bûm. Bi ya min kesekî carek were virê nikare careke din ji vir here.. Niha kî li min guhdar dike bila were Midyadê û bibîne ka çawa çandên cuda bi hev re di nav aşitiyê de û wek xwîşk û birayan dijîn.”

Rayedar û şêniyên Midyadî ji bo mêvanên xwe çi ji destê wan hatibe kirin. Ji bona danasîna bajarê xwe jî spasî xebatkarên bernameyê kirin.

Di dawiya bernameyê de jî ciwanên Midyadî reqsa navdar a herêmî dan nasîn.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE