Bajarê dı bın avê de

Ji bo Bajarê Di Binê Avê De bikeve Lîsteya UNESCO'yê serlêdan temam bû.

Bajarê dı bın avê de

Berhemên dîrokî yên di bin gola hazarê ya li Elezîzê de gelek balê dikişîne. Gel ji vê derê re dibêje “bajarê di binê avê de”. Ji bo ev berhem bikeve lîsteya Unescoyê serlêdana fermî hat kirin.

Li aliyekî aveke pûr û paqij, li aliyekî jî bajarekî dîrokî heye.Ev der Gola Hazarê ya li bajarê Elezîzê ye.

Beriya 700 salan li benda vê Golê bajarekî dîrokî hebû. Piştî ava golê bilind bû, ev bajarê dîrokî di binê avê de ma. Niha ev bajarê dîrokî ku gel jê re dibêje “Bajarê di binê avê de” eleqeya gelek mirovan dikişîne ser xwe.
Şaredarê Xarbatoyê yê navçeya Elezîzê Ebubekir Irmak got, “divê em van berhemên xwe biparêzin û ji bo turîzmê amade bikin.”

Herî dawî jî ji bo Bajarê di binê avê de bikeve Lîsteya Demkî ya Mîratên Cihanê (UNESCO) serlêdana fermî hat kirin.
 

Dîroka nûkirinê: 31 Tebax 2018, 12:33
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE