Barkeştiyên Rûsan ji bo turîzmê tên vekirin

Keştiyên li ser Behra Wanê ji bo serdana turîstan wê bên hazirkirin

Barkeştiyên Rûsan ji bo turîzmê tên vekirin

Di şerê cihanê de, Rûsan li ser Behra Wanê keştiyên bar çêkiribûn. Sed sal şûn de, ew keştiyên ku niha noqî avê bûne, ji bo serdana turîstan têne hazirkirin. Çav li rê ne ku bi vê xebatê, turîzma li ser Behra Wanê zêde bibe.

Şîlep yanî barkeştiyên Rûsan, di sala 1915an de, li ser Behra Wanê hatibûn çêkirin.

Piştî Rûsya ji Şerê Cihanê vekişiya keştiyên wan jî noqî Gola Wanê bûn.

Heya niha 3 heb hatine tespîtkirin û her yek ji wan jî 41 metre ne.

Ev şîlepên ku niha di bin avê de ne, ji bo serdana turîstan tên amadekirin.

Çav li rê ne ku piştî xebatan turîzma bajêr geştir bibe.

Dîroka nûkirinê: 23 Tîrmeh 2019, 17:03
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE