Baxçeyê xwe wekî muzeyekê raxist

Peyker û mînyatûrên ku bi destên xwe çêkirin li baxçeyê xwe nîşan dide

Baxçeyê xwe wekî muzeyekê raxist

Li Erdîşa Wanê, welatiyekî baxçeyê xwe kire wek muzeyekê. Welatiyê ku di piçûkiya xwe de dest bi çêkirina mînyatûr û peykeran kir, niha berhemên xwe, di hewşa xwe de nîşan dide.

Li aliyekî mînyatûra keleha Arzaşkuna Erdîşa, li aliyê din bi dehan peyker û resmên bi fîlolografiyê hatine çêkirin…

Hinekên wan Dîroka Wanê û navçeya Erdîşê nîşan didin û hinek jî dîroka kevnar a cihanê...

Hostayê peyker û neqşandina keviran Şahwelat Kılıçê 66 salî hêj di piçukiya xwe de wek hobî dest bi neqişandina keviran kiriye.

Hosteyê jêhatî wan hemû berhemên xwe wek mûzeyeke servekirî di baxçeyê xwe de nîşan dide.

Kılıç heta niha mînyatûrên bi dehan cihên dîrokî çêkirine.

Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE