Kewanî bi saya kursên Navêndên Perwerdeya Gel hînî hunera destan dibin. Pıştî hîn dibin jî berhemên xwe li bazara jinan difroşin. Em ê berê xwe bidin Mûşê…
Neqşên ji hev xweşiktir, çînên ji hev delaltir... Goreyên ku bi destan hatine çêkirin, çarikên giranbiha...
Ne tenê karên destan her wiha resm û hunerên kevnare jî li vê bazarê hene.
Jinên Mûşî, li kursên Navenda Piştgiriya Malbatê hînî çêkirinê bûn û teze jî li vê bazarê berhemên xwe difroşin.
Him dixwazin alîkariya wan bigihije malbata wan û him jî dixwazin bi tiştekî mijûl bibin.
Li bazara jinan xwarin û vexwarinên malê jî hene.