Belgeyên Osmaniyan wê dîroka 400 salî ronî bike

Midûriya Navenda Lêkolînê ya Dîrok û Arkeolojiyê ya Herêma Wanê ya Fakulteya Edebiyatê ya Zanîngeha Stenbolê li "Bajarê Wanê yê Kevn" erdê dide vedan û di vedanan da ewraqên mehkemeyan derketin

Belgeyên Osmaniyan wê dîroka 400 salî ronî bike

Midûriya Navenda Lêkolînê ya Dîrok û Arkeolojiyê ya Herêma Wanê ya Fakulteya Edebiyatê ya Zanîngeha Stenbolê li "Bajarê Wanê yê Kevn" erdê dide vedan û di vedanan da ewraqên mehkemeyan derketin. Ev ewraq û xebatên arşîva Osmaniyan wê dîroka 400 salî ya herêmê ronî bikin.

Xebatên vedanê bi destûra Wezareta Çand û Tûrîzmê û bi piştgiriya Serokatiya Pêşketina Herêmê ya Projeya Rojhilata Anadoluyê û Ajansa Pêşketinê ya Rojhilata Anadoluyê va tên kirin û belgeyên ku hatin derxistin, tesnîfa wan tê kirin.

Ji belgeyan restorasyona 3 hezar û 500î hat temamkirin. Ji aliyekî din va ji arşîva Osmaniyan a li Stenbolê jî der heqê Wanê da pûxteya 35 hezar belgeyan hat derxistin.

Ekîba vedanê belgeyên ku ji Wanê derketin û belgeyên arşîva Osmaniyan dan ber hev û armanca wan ew e der heqê dîroka bajêr a heta 400 salî da agahiyên girîng bi dest bixin.

Midûrê Navenda Sepandin û Lêkolînkirinê ya Arşîva Osmaniyan a Zanîngeha Stenbolê Prof. Dr. Alî Fuat Orenç daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku wan di 1548an da hatiye fetihkirin û ketiye bin hakimiyeta Osmaniyan û piştr ra di demeke kin da li herêma xwe wek navenda rêvebirî û bazirganiyê derketiye pêş.

Orenç diyar kir ji aliyekê va materyalên wek belge, eşya û çek ku ji vedanên "Bajarê Wanê yê Kevn" hatin derxistin, tên nirxandin, ji aliyekî va jî di arşîvên Osmaniyan da der heqê Wanê da lêkolîn dewam dikin.

Orenç diyar kir, pûxteyên koleksiyona belgeyan ku dîroka Wan û der û dora wê ya nêzî çar esran ronî dike, hatin berhevkirin.

Orenç got ku li ser dîroka Wanê û der û dora wê di arşîvan da bi hezaran belge hene û ev belge li benda lêkolînerên xwe ne ku li ser xebat werin kirin.

Midûrê Navenda Lêkolînê ya Dîrok û Arkeolojiyê ya Herêma Wanê ya Fakulteya Edebiyatê ya Zanîngeha Stenbolê Doç. Dr. Erkan Konyar jî got ku ji 2013an vir va ew li "Bajarê Wanê yê Kevn" li herêmên ku avahiyên aîdê qamûyê yên wê dewrê hene xebatên vedanê dikin.

Konyar bi bîr xist ku li herêma kolanê Edliyeya Wanê ye û Mehkemeyên Îstinafê jî li vê herêmê ne û di vedanên vê derê da 12 defter hatin derxistin.

Konyar destnîşan kir ku her defterek ji sedan rûpelan pêk tê û ji bo dîroka herêmê koleksiyoneke pir girîng e û wiha dewam kir:

"Ji va 12 defteran me restorasyona nêzî 3 hezar û 500 belgeyan kir. Me îsal tenê nêzî 35 hezar ewraqên ku tenê qala Wanê dikin, tesnîf kirin. Me pûxteya van hilda."

AA

Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE