Bergeha nû ya navçeya Hasankeyfê

Navçeya xwedî dîroka 12 hezar salî navendeke tûrîzmê ya girîng e.

Bergeha nû ya navçeya Hasankeyfê

Navçeya Heskîfê bi bergeha xwe ya nû tûrîstan dike mêvan. Heskîf xwedî dîrokeke 12 hezar salî ye û di warê tûrîzmê de xwedî ciyekî girîng e.

Bi berhemên xwe yên kevnare... Bi bendava Ilısuyê û bergeha xwe ya nû navçeya Heskîfê ji bo tûrîzmê amade ye...

Bi hatina biharê û germbûna hewayê, heyama tûrîzmê dest pê kir. Tûrîstan dest bi serdana Heskîfê kirin.

Qaymeqamê Hasankeyfê Şenol Öztürk got, "Bi destpêkirina sezona tûrîzmê û sistbûna qedexeyên şewbê, êdî tûrîst tên navçeya me ya xwedî dîroka 12 hezar salî. Bi taybetî dawiya heftê li Tirbeya Zaynel Beg, li qada benderê û ciyên xwarin û vexwarinê tûrîst zêde bûn. Veguherîna navçeya Heskîfê bêhempa bû. Ez bangî her kesî dikim ku werin serdana navçeya me."

Navçeya Heskîfê xwedî dîrokeke girîng e, bi çêkirina bendava Ilısuyê berhemên dîrokî ji qada bendavê hatibûn derxistin û navçe bûye xwedî bergeheke nû.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE