Berhema 3 hezar salî: Keleha Zêrzevanê

Li Keleha Zêrzevanê heta niha bi sedan berhem hatin derxistin

Berhema 3 hezar salî: Keleha Zêrzevanê

Li Keleha Zêrzevanê ku di navbera Amed û Mêrdînê de ye, 4 sal berê xebatên arkeolojiyê dest pê kirin. Her ku ev xebat pêş ve diçin, berhemên nû yên tarîxî derdikevin ser rûyê erdê. Her ku arkeolog axê vedidin rastî tiştekî nû tên. Heta niha dêr, perestgeh, stargeh, embarên xurekan, cihok û bi dehan sarnicên avê derketin.

Li Çinara Amedê xebatên li Keleha Zêrzevanê di 2014an de dest pê kir û her ku ax tê vedan berhemên nû derdikevin meydanê.

Keleha Zêrzevanê berîya 3 hezar salan ji alîyê Romayê ve li ser rêya Amedê û Merdînê, li ser girekî stratejik hatiye avakirin.

Xebatên li kelehê bi xesasî didomin û her ku xebat pêş ve diçin berhemên dîrok jî derdikevin ser rûyê erdê.

Şûnwarnas Mehmet Bîlen dest nîşan kir ku ev 4 sal in xebat li kelehê tê meşandin û dê hêj gelekî jî dewam bikin.

Keşfa dawî ya kelehê 4 gorên di tahtê de û Perestgeha Mîthrasê ye ku di cîhanê de perestgeha herî dawî ye, li gorî şûnwarnasan cihê îbadeta Hecê ye.

Restorator û arkeolog xebatên xwe saet di 5ê sibehê de didin destpêkirin û bi xesasî vekolînên xwe dikin.

Heta niha bircên parastinê, dêr, avahiyên rêveberîyê, embarên zad û xurekan, gorên di tahtê, cihokên avê û 54 sarnicên avê hatine tesbîtkirin.

Piştî van xebatên arkeolojik dê ev keleha dîrokî ji bo turîzma herêmê tesîreke mezin nîşan bide.

Dîroka nûkirinê: 09 îlon 2018, 10:22
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE