Berhema dîrokî tê restorekirin

Restorasyona pira hezar û 800 salî ya li ser Çemê Göksuyê dewam dike

Berhema dîrokî tê restorekirin

Pira li ser çemê Göksuyê yê li Besniya Semsûrê di 2yemîn sedsala piştî weladetê hatiye çêkirin. 200 sal ewil jî ji ber ku gundên li hemberî hev li hev nekirine pir hilşandine. Niha jî ji bo herdu aliyên pirê bigihîjin hevdu restorasyon tê kirin.

Pira Qizilînê li ser Çemê Göksuyê, di navbera gundên Palaşa Semsûrê û Qizilîna Besnîyê, di 2yemîn sedsala piştî weladetê hatiye çêkirin.

Ev pir di heyama Komageneyê de wek “Sîngas”, di qirna navîn de wek “Nehr el Ezra” dihat zanîn.

200 sal berê di navbera gundên herdu aliyên çem de nîqaş derketiye û pir jî hatiye hilşandin.

Niha ji aliyê saziya riyan ve pir tê restore kirin. Piştî restorasyonê wê ji bû çûnûhatinê bê vekirin.

Tê texmînkirin ku heta 25ê berfenbara 2019an restorasyon wê biqede.

Dîroka nûkirinê: 04 Cotmeh 2018, 17:43
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE