Berhêmên ji Keleha Zerzevanê hatine derxistin ji zînet û kincan ra dibin mînak

Neqş û motîfên li ser berhemên ji Keleha Zerzewanê hatine derxistin ji bo zînet, kember, bazin, gerdenî, cil û bergan dibin mînak

Berhêmên ji Keleha Zerzevanê hatine derxistin ji zînet û kincan ra dibin mînak

Neqş û motîfên li ser berhemên ku ji Keleha Zerzewanê ya li Çinara navçeya Diyarbekirê ya di serdema Romayê da wekî "qada leşkerî" hatiye xebitandin hatine derxistin ji bo hin alav,zînetên wek kember, bazin, gerdenî, cil û bergan dibin mînak.

Li Keleha Zerzewanê ya di Lîsteya Berwext a Mîrata Dinyayê ya UNESCOyê da cih digire ji sala 2014an vir va bi serokatiya Wezareta Çand û Tûrîzmê xebatên arkeolojiyê tên kirin..

Keleh di nav xwe da dêr, avahiya rêveberiyê, xanî, embarên zad û çekan, perestgeha binerd, stargeh, mexzel, qanalên avê û sarincan dihewîne û dîrokê ronî dike.

Ji vê keleha 3 hezar salî gelek berhem hatin derxistin ku neqş û motîfên li ser van berhaman niha di bazin, gerdenî, cil û berg û alavên din da tên bikaranîn.

Xebatkarên atolyeya çêkirina van alavan ên di xebatên arkeolojiyê da wezîfedar in van neqşên dîrokî di zînetan û kincan da bi kar tînin û ewê bi defîleyekê va van bidin nîşandan.

- "Ev neqş ne bi tenê li ser zînetan wê li ser cil û bergan û gelek tiştên din jî bêne bikaranîn"

Serokê tîma arkeolojiyê Doç. Dr. Aytaç Coşkun ji nûçegihanê AAyê ra daxuyand wan zînet, zêr û zeberên wê demê yên ji kember, guhar, bazin, gerdeniyan pêk tê derxistiye.

Coşkun got jinên lejyonan wê demê bi mêrên xwe ra diman û wiha dewam kir: "Gelek zînetên baş hatine neqişandin hene. Wê demê sivîl jî hebûn. Zînetên jin û zarokên wan jî hatin derxistin. Me bi Enstitûya Gihaştinê ya Diyarbekirê ra xebatek da destpêkirin. Ev neqş ne bi tenê li ser zînetan wê li ser cil û bergan û gelek tiştên din jî bêne bikaranîn."

- "Ev berhemên di dîrokê da hebûn divê derkevin ber çavan"

Şîrîne Eronata Alîkara Midûrê Perwerdeya Neteweyî ya Bajêr ya ku ji Enstitûya Gihaştinê berpirsyar e jî got ew li kelehê van alavan, neqş û motîfan dinirxînin.

Eronat wiha axivî: "Ev berhemên di dîrokê da hebûn divê derkevin ber çavan. Em bi mamoste, hoste û xwendekarên xwe va li atolyeyê van neqşan li ser zînet û kincan dixemilînin. Armanca me ew berbelav bibin û em îstihdamê zêdetir bikinç."

- "Emê van li ser eşyayên diyariyê jî bineqişînin"

Mamosteya Teknolojiya Zêrkeriyê Sevcan Aydogan jî got ew ji bo jin û mêran zînet û kincan çêdikin û wiha axivî: "Emê van li ser eşyayên diyariyê jî bineqişînin. Ji bo ku em ji wan nimûneyê û îlhamê bigirin em tên Keleha Zerzevanê."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE