Li Wanê bi piştevaniya Şaredariya Bajarê Mezin, hunerên destkariyê geş bûn. Jinên kedkar dıi atolyeyan de him çanda didomînin, him jî bi çêkirina xalîçeyan debara mala xwe dikin. Berikên delal û rengîn, bala tûrîstan dikşîne.
Di her girêkê de ked, di her neqşê de çîrokek heye.
Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê ji bo ev çand xilas nebe 4 atolyeyên xalîçeyan vekirin. Pêşî herîyê dirêsin, pişt re bi kokên gihayan, bi awayekî sirûştî tên boyaxkirin.
Paşê tevn dest pê dike… bi dest û roniya çavan berik tên çêkirin.
Berikên Wanê bi destên 80 jinan girêk bi girêk, bi sebir tên amadekirin. Jin debara xwe bi xalîçeyan dikin.
Xalîçeyên ku bi zehmet û bi ked tên çêkirin bala turîstan dikşîne.