Li Adıyamanê, di xebatên arkeolojîk ên li bajarê Antîk Pîrînê de 9 bîrên ku di wan de şerab dihatin çêkirin hatin dîtin. Li gorî pisporan li vê derê beriya mîladê di sedsala 1emîn de fabrîqeyeke şerabê hebûye..
Hîerapolîs ango Bajarê Kevn Pîrîn yek ji 5 bajarên mezin ên Qraltiya Kommageneyê.
Adıyamanê kolanên arkeolojik ên li vê derê di 2001an de dest pê kirin.
Xebat di 2009an de hatibû sekinandin.
Di vê meha Îlonê de kolanên li herêmê dîsa dest pê kirin û di xebatên ewil de pisporan agahiyên girîng kifş kirin.
Di bîran de jî ji bo guvaştina tirî amûreke taybet hat dîtin.
Ev yek nişan dide ku li vê derê fabrîqeyeke şerabê hebûye.
Li herêmê, di binê erdê de derenceyeke 128 metro jî hat kifşkirin.
Li gorî texmîna pisporan li herêmê perestgehek heye û ev derence dê wan bibe wê derê.