Li Siwêrega Rihayê xwendekarên lîseya meslekî ji bermayiyan 3 pirtûkxane çêkirin. Xwendekar hemû alavên ku hatine avêtin kom dikin û di atoleyaya daran de bi kar tînin.
Li Siwêregê xwendekaran ji bermayiyan 3 pirtûkxane çêkirin.
Li lîseya meslekî ya Ahmet Koyuncu ya Siwêregê xwendekar him perwerde dibin him pratîkê dikin.
Xwendekarên jêhatî ji bermayiyên ahşepan mase, pirtûkdank û paldankan çêdikin. Piştre jî bi van alavan pirtûkxane tê avakirin.
Armanca projeyê ew e ku her bermayî were bikaranîn.
Alavên pirtûkxaneyê bêpere ji navendên perwerdeya gel re tên şandin.