Bernameya bîranîna şehîdên Kerbelayê

Gelek welatî beşdarî bernameya li Parka Demokrasiyê bûn

Bernameya bîranîna şehîdên Kerbelayê

Li Semsûrê, komeleya çandê ya Îmam Hiseyn ji bo salvegera şehîdên Kerbelayê li Parka Demokrasiyê bernameyek li dar xist. Gelek welatî beşdarî bernameyê bûn. Ev bûyer di 10ê cotmeha sala 680an a hicrî de li Kerbelaya Iraqê qewimîbû.

Her sal di van rojan de ji bo Şehîdên Kerbelayê çalakî û bernameyên cuda tên lidarxistin.

Di çalakiyan de eşûre tê çêkirin û li her kesî tê belavkirin.

Ji bo salvegera Şehîdên Kerbelayê Komeleya Çandê ya Îmam Hiseyn a Semsûrê jî bernameyek amade kir.

Bi hezaran Semsûrî beşdarî bernameya li Parka Demokrasiyê bûn.

Welatî di bernameyê de gelek hêstiyar bûn, hin ji wan jî giriyan.

Li Kerbelaya Iraqê di 10ê Cotmeha sala 680an a Hicrî de neviyê Hezretê Muhemmed, Hezretê Hiseyn û 72 kes bi awayekî hovane hatibûn şehîdkirin.

Dîroka nûkirinê: 11 îlon 2019, 17:57
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE