Li Mûşê bernameyeke balkêş hat lidarxistin. Bi hezeran xwendekarî li ser peyariyan dest bi xwendina pirtûkan kir. Projeya bi navê “xwendina Mûşê” bi piştgiriya Şaredarî û rêvebiriya perwerdeya bajêr ve tê lidarxistin.
Li Mûşê doreke dirêj a xwendekaran bi hev re pirtûk xwendin.
Projeya Xwendina Mûşê li bajêr êdî bûye çand.
Her sal bi hezeran xwendekar dest bi xwendina pirtûkan dikin.
Xwendekar îsal bi qasî 2 kîlemetreyan rêz bûn û bi qasî saetekê pirtûk xwendin.
Projeya xwendina pirtûkan bi piştigriya şaredariya Mûşê û rêvebiriya perwerdeya bajêr bi rê ve diçe.
Waliyê Mûşê jî çû serdana xwendekaran.
Waliyê Mûşê Azîz Yildirim: ‘’Projeya Xwendina Mûşê bi awayekî bi ser ket û gihişt armanca xwe. Ne tenê pirtûkên çapkirî zarokên em dikarin pirtûkên dijîtal jî bixwînin.’’