Bernameya Serok Erdogan a ji bona "Girê Mirazan"

Serokê Komîteya Pîşeya Turîzmê ya Jûra Bazirganî û Pîşesaziyê ya Rihayê Kamil Turkmen: "Girê Mirazan êdî li hemû dinyayê tê nasîn. Serokomar Erdogan li vê derê wê axaftinek bike. Peyamên wî wê li ser turîzma herêmê tesîreke pozîtîf bike"

Bernameya Serok Erdogan a ji bona "Girê Mirazan"

Serok Erdogan wê 8 adarê Girê Mirazan (Gobeklîtepe) ku di Lîsteya Mîrata Dinyayê ya UNESCOyê da ye ziyaret bike.

Xebera ziyareta Serokomar Erdogan ya ji bo Girê Mirazan kêfa esnafên Rihayê anî.

Serokê Komîteya Pîşeya Turîzmê ya Jûra Bazirganî û Pîşesaziyê ya Rihayê (ŞUTSO) Kamil Turkmen got ku Serokomar Erdogan her dem qîmeteke cuda dide Rihayê. 

Turkmen got ku bi saya îlankirina "Sala Girê Mirazan" ya ji bo 2019an li bajêr ji hêla turîzme va wan saleke bibereket derbas kir û wiha axivî:

"Girê Mirazan êdî li hemûyê dinyayê tê nasîn. Serokomar Erdogan li vê derê wê axaftinek bike. Peyamên Serokomar Erdogan wê li ser turîzma herêmê tesîreke pozîtîf bike. Ev jî wê bikêrî turîzma herêmê were."

Mehmet Saît Erturkê midûre giştî yê oteleke taybet jî got ku ew bi xebera hatina Serokomar Erdogan gelekî kêfxweşin û wiha dewam kir:

"Li hemû dinyayê bernameyên Serokomaran hem ji hêla raya gel ya neteweyî hem jî ji hêla raya gelê navneteweteyî ji nêz va tê şopandin. Ev jî bo turîzma me avantajeke mezin e. Gelek turîstên ku pîlana tetîlê dikin wê bi saya vê bernameyê Rihayê jî hildin lîsteya xwe."

AA

Dîroka nûkirinê: 05 Adar 2019, 09:08
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE