Platforma Nifşê Qur’anê ya batmanê bı navê “Ziyafeta Qur’anê” bernameyek li dar xist. Giregirên bajêr û welatî bi hev re li hafizên Qur’anê guhdarî kirin.
Welatiyan bi hest û coşeke mezin li tîlaveta Qur’anê guhdar kir.
Hafizên navdar ên herêmê di çarçoveya bernameya Platforma Nifşên Qur’anê de li Batmanê Qur’an xwend.
Welatî piştî fitarê bi zar û zêçên xwe çûn Parka Gültepe Su Parkiyê û beşdariya xêra xwendina Qur’anê kirin.
Rûspî û giregirên bajêr jî tev li bernameyê bûn.
Welatî ji bernameyê gelek razî man.